nikolaevskiy78 (nikolaevskiy78) wrote,
nikolaevskiy78
nikolaevskiy78

Курдский референдум. Реакция.

Через сутки после объявления даты референдума пошла реакция "международного сообщества". Ох уж это дипломатическое лицемерие. Наши тоже отметились. М.Захарова высказалась, что "РФ против". А мягче никак нельзя? А Крыму можно?
В общем решил я изложить на эту тему соображения.
http://riataza.com/2017/06/10/mihail-nikolaevskiy-refrendum-reaktsiya-diplomatii/

Эти же мысли на курдском. Надо поддержать курдов. Там простые и очень искренние люди, для которых наступает важнейший переломный этап.

Mîxaîl Nîkolaêvskîy: RÊFÊRÊNDÛM
RÊAKSYONA DÎPLOMATÎYAYÊ
Mîxaîl Nîkolaêvskîy – bi taybet jib o Riataza
Piştî hema bêje rojekê pey îlankirina roja derbazkirina rêfêrêndûma derheqa serxwebûna Kurdistana Îraqê da nûnerên dayîreyên dîplomatîyê yên dewletên cuda-cuda bi şiroveyên xwe va helwesta xwe dîyar kirin û ew helwest hema bêje hemû jî kêm-zêde mînanî hev in. Nûnerên Amêrîkayê, Ewrupayê, Tirkîyê, mixabin yên Rûsîyayê jî dîyar dikirin, ku îdêya rêfêrêndûmê “ne erênî ye”, ango “hela ne wextê wê ye”, ji ber ku şerê dijî DAÎŞê (ku li Rûsîyayê qedexekirî ye) xilaz nebûye, û rêfêrêndûm dikare rewşê “serttir” bike.
Ev hemû bi rû va li me pir ecêb tê. Serokatîya KRG di dema seredanên xwe yên welatên dereke herdem jî piştgirî distend, gelek welat amade bûn dîtindaran bişînin, him Ewrupa, him jî Rûsîya Fêdêral destpê kirin bi xurtî pêwendîyên bazirganî bi Kurdistanê ra danîn, pereyên xwe kirine nava kar. Lema jî reaksyona wisa ya dîplomatan (ku her merivekî xwedîyê fikira qenc fêm dike) ji alîyê civaka kurdan da reaksyoneke nêgatîv peyda dike.
Rastîyê jî, helwesta wisa ya dîplomatîya ”pêşketî” ya dewletên mezin dişibe durûtîya eşkere û vekirî. Lê ji wê rewşê dikarin û gerekê bêne ser fikirên rast û heq.
Mesele di wê yekê da ne, ku eger em li ser vê rewşê hûr bin, em dikarin texmîn bikin, ku dewletên dervayî Kurdistanê ji îlankirina serxwebûna Kurdistanê, heta ji rêfêêndûmê jî ne zêde aciz in, lê ji roja kivşkirina rêfêrêndûmê aciz in, ku encamên wê ji niha va zelal in. Di rastîyê da, Kurdistan dema roja rêfêrêndûmê kivş kir, êdî weke ku dewleta xwe a serbixwe îlan kir. Bona dewletên der 7ê hezîranê sala 2017an di rastîyê da roja serxwebûna Kurdistanê ye, tenê wê 25ê îlonê wê bi fermî qeyd bikin.
Ji 7ê hezîranê sala 2017an Kurdistan wê bere-bere helwesta xwe di hindava ”civaka nevnetewî” da biguhêre – gorî îşaretên wan yên ”erênî” û ”neyînî”, wê bi çavekî din li wan welatan mêze bike, ku bi wan ra di nav pêwendîyan da ne, carina jî wê li sîyaseta xwe ya himberî wan binêre û weke ku wê bêje: ”sipas, haya me ji helwesta we heye”.
Niha ne lazim e li benda reaksyonên piştgirîkirinê an jî dijderketinê bin, niha, ji 7ê hezîranê sala 2017an biryarên ku Kurdistan qebûl dike wê biryarên dewleta serbixwe bin. Dewletên din dikarin razî bin, razî nebin, lê biryar hene ku helwest in, û ew helwest heta wê demê jî naguhêrin, eger hemû nûnerên dayîreyên dîplomatîyê yên NY jî bêjin ”na”. Ev êdî helwesteke nû ye, ya serbest û serbixwe.
Hela di ser da jî, praktîka pêwendîyên navnetewî didine xuyakirin, ku piştgirîkirin an jî dijderketina di hindava helwestekê da nayê wê maneyê, ku dewlet tam dijî hev in û wê pêwendîyên xwe qut bibin. Heta di pirsên nelihev da jî herdu alî ji bo xatirê paşdemeke aram hevdufêmkirinê digerin. Civaka kurdan gerekê hêdî-hêdî hînî vê yekê bibe.
Reaksyona neyînî ya dayîreyên dîplomatîyê yên gelek welatan bê bingeh nîne û sebebên wê hene – serxwebûna Kurdistanê hatîye îlankirinê berî lihevkirina ”dewletên mezin” li ser xerîta herêmê, ku wana nêt hebû piştî êrîşa li ser Reqqyê û Mûsilê amade bikin. Hema bona wê yekê jî dîplomat ser pirsekê li hev in: ”ka pêşî em zora Daîşê bibin”. Ne ku Daîş sebeb e ku ew bi rêfêrêndûmê ra razî bin, lê neamadebûna wan e bona di pirsa perçebûna axê a piştî şêr da li hev bikin. Hevraxeberdanên di navbera DAY û Rûsîya Fêdêral da hela gerekê di meha adarê da destpê bûna, lê dewsa wan xwe dane pirsên biçûk û amadekirina stratêgîyake lazim piş guhê xwe va avîtine.
Eger kurd li benda ”xerîta rê” bin di navbera dewletên mezin da, ku di sedan pirsan da ji hev cuda difikirin, dema DAY û RF nikarin li ser rojevê li hev bikin, û şerê Sûrîyê jî bi hesabkirinên cuda-cuda hela wê 1,5 heta 2 salan bikişîne, wê demê rêfêrêndûma derheqa serxwebûnê da wê herî zû di dehsalîya din da bê derbazkirin. Kurd gerekê li benda tu kesî nebin, çimkî dewletên mezin heta di pirsên biçûk da jî li hev nakin.
Pirsgirêka dîplomatan ne di wê yekê da ne ku Kurdistanê nas bikin an na (hemû hereketên DAY, welatên Ewrupayê yên pêşketî, Rûsîyayê, heta Tirkîyê jî derheqa wê yekê da dibêjin, ku wana di rastîyê da dewletbûna Kurdistanê qebûl kirine), lê di wê yekê da ne, ku wana helwestên xwe di pirsa Kurdistanê da bi hev ra nedane qayîlkirinê. Eger li bendê bin, ku ewê 25ê îlonê, 25ê cotmehê, 25ê çile helwestên xwe bi hev ra bidine qayîlkirinê, ew jî bi hebûna ewqas nerazîbûnan, bi rastî jî, dilsaxî ye. Lema jî gerekê kurd ”dewletên mezin” bînine ber îzbatîya pêkhatî. Lê di rastîyê da kurdan ew yek êdî di 7ê hezîranê da kirine.
Kirine, lê haya wan jê tune, ku ji wê rojê da Kurdistan derbazî demeke nû bûye. Gerekê hînî wê dema nû bin, û ez bawer im, zû an dereng 7ê hezîranê wê bikeve nava dîrokê wek roja destpêkirina rêfêrêndûmê.
Lê ew yek, ku reaksyona gelek dîplomatan nêgatîv e, tişt nake, bira wisa be. Ew tu caran nikare bibe sebeb bona guhêrandina biryara xwe, ji ber ku dîplomatî wê mecbûr be bi wê îzbatîyê ra razî be.
Ji dîrokê nimûneyên wisa gelek hebûne, gava gelên, ku qedera wan bi ”dewletên mezin”, ”împêratorîyên gewre” va girêdayî bû, firsend ji dest xwe berdane bona xwe ji wan xilaz bikin, çimkî ji çapê der guh dane hêzên der. Îro Kurdistan him bi aborî, him bi civakî-sîyasî bona dewleta serbixwe amade ye. Kurd gerekê biryarên xwe neguhêrin, zêde guh nedin gotinên dîplomatan, yên ku gava dem diguhêre, ew jî bi 180 dereceyî diguhêrin. Û hema ew sebebên obêktîv gerekê dewletên mezin mecbûr bikin ku sîyaseta xwe gorî wan rê va bibin. Û her kes zane, ku bi zora hêzê tu kes nikare dewletbûna Kurdistanê ji holê rake, heta Bexdad û Tehran jî vê yekê zanin.
Em dixwezin herwiha wê yekê jî destnîşan bikin, ku heta di vê reaksyona dîplomatên ”welatên mezin” da jî helwesta erênî xuya dibe. A pêşin, civak gerekê fêrî wê yekê bibe, ku bi çavekî din li cihanê mêze bike, a duduyan, ji bo partîyên Kurdistanê yên sîyasî êdî dem hatîye ku dest ji heq-hesabên xwe yên biçûk bikişînin û tevaya guhdarîya xwe bidine ser pirsdanînên giring. Helwesteke wisa dikare di nav civakê da hevgirtinekê çê bike, û ewê jî bibe bingeh bona di paşdemê da çareserkirin û jiholêrakirina nerazîbûnên xwe gavên diha qeşeng û xwebawer bavêjin.
Subscribe
  • Post a new comment

    Error

    default userpic
    When you submit the form an invisible reCAPTCHA check will be performed.
    You must follow the Privacy Policy and Google Terms of use.
  • 3 comments